şêniyên Bajarê Kobanê bi merasîmekê li goristana Şehîd Dicla şehîdên meha Cotmehê bibîranîn.
Merasîma bîranînê bi beşdarbûna bi dehan endamên Rêveberiya Xweser, endamên meclîsa malbata şehîdan û malbatên şehîdan û gel bi deqeyek rêzgirtin destpêkir.
Di merasîma bîranînê de Hevserokê meclîsa malbata şehîdan Mihemed Bozî axivî û şehîdên meha Cotmehê bibîranî û da zanîn ku bi saya şehîdan xaka Rojava rizgar bû.
di dawiyê de malbatên şehîdan mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.
ŞEHÎDÊN MEHA COTMEHÊ LI KOBANÊ HATIN BIBÎRANÎN
