YEKEM KERWANÊ PENABERAN JI KAMPA EL-MEHMÛDLÎ HAT ŞANDIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Ji kampa Mehmûdlî ya li kantona Tebqayê îro koma yekemîn a koçberên ji Dêrazorê vegeriyan warê xwe.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, bi koordîneya Komîseriya Kar û Barên Koçberan a NY’ê xebatên veguhestina koçberên ku dixwazin vegerên warên xwe didomîne.

Di vê çarçoveyê de koma yekemîn a koçberên li kampa Mehmûdlî ya kantona Tebqayê ber bi Dêrazorê ve bi rê ketin.

Kampa El-Mehmûdlî malbatên koçber ên ji gundewarên Heleb, Hums, Hema û Dêra Zorê di nav xwe de dihewîne.

Hejmara malbatan hezar û 218 in, hejmara kesan jî 9 hezar û 362 kes in.

Share This Article