Bi sedan xwendekarên seretayî yên li kantona Şehbayê da ku vegerin dibistanên xwe, daxwaza bidawîkirina dorpêçê kirin.
Îro bi sedan xwendekarên navçeya til Rifetê ya Şehbayê ji bo şermezarkirina dorpêça Hikumeta Şamê meşek lidarxistin.
Meş ji çerxereya zarokên Şehîd dest pê kir û bi berizkirina dirûşmên, Na ji dorpêçê re, Ji mafê me ye em bixwînin ber bi dibistana navçeyê ve bi rêketin.
Meş li ber dibistanê veguherî mîtîngê. Xwendekaran di mîtîngê de dan zanîn ku Dorpêça Hikumeta Şamê dibe sedema bêparbûna ji xwendinê.
Her wiha gotin ku Wê dorpêç û êrîşên dagirkeran rê li ber fêrbûna zimanê dayîkê negire.
