Tevgera Hîlala Zêrîn û Tevgera Mezopotamyayê 10’emîn Festîvala Zarokan li bajarê Hesekê li dar xistin.
Festîval dê 2 rojan bi beşdariya 24 komên cuda yên şano, stran û govendê dewam bike.
Festîval bi xwendina daxuyaniyekê ku tê de tekezî li ser azadiya zarokan hate kirin, dest pê kir.
piştre jî komên zarokan yên beşdar berhemên xwe yên govend û şanoyê pêşkêş kirin.
