DIBISTANA ŞEHÎD GABAR BI DAXUYANIYEKÊ PIŞTGIRÎ DA QSD’Ê

Rojava Tv
1 Min Read

Dibistana Şehîd Gabar a navîn bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo hêzên sûriya demokratîk QSD’ê nîşan da.
Dibistana Şehîd Gabar di daxuyaniyê de anî ziman ku hêzên sûriya demokratîk QSD’ê li hemberî êrîşên dagirkeriyê bê teredud disekine û erkê her kesekî ye ku li pişta QSD’ê bimîne.
Dibistana Şehîd Gabar got, ji destpêka aloziya sûriyê ve dewleta tirk a dagirker bi siyasetên xwe yên qirêj dixwaze fitneyê di nav pêkhateyên herêmê de belav bike.
Dibistana Şehîd Gabar bang li hêzên netewî û demokrat kir ku li pişta QSD’ê bisekinin û nehêlin ku tevlîhevî di herêmê de derkeve.
Dibistana Şehîd Gabar a navîn di dawiya daxuyaniyê de got bila dagirkerî baş zanibe ku em ê her tim bi QSD’ê re bin û em QSD’e ne.

Share This Article