Ziman, ne tenê amûreke axaftinê ye; ji bo keçeke kurd a mîna Silavayê, ziman xeyal, nasname û vîna jiyanê ye.
Biryara nû ya Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê, deriyên refan li ber xewnên wê hinekî teng dike, lê Silava riya pirtûkxaneyê digire da ku keziyên xwe û zimanê xwe ji pişaftinê biparêze.
em bi hev re guhdariyan bidin raporta nûçegihana me Novîn El-Elî û çîroka dilgiranî û berxwedana Silava Elî bişopînin…
Bi zimanekî resen zimanê dayikê daxive, bi eşqekê pênûsa xwe hildigire û pêşeroja xwe ku xeyal dike bibe bijîşk da ku êş û azarê gelê kurd derman bike, xêz dike.
Ji refa 1 ta refa 10’an zimanê kurdî hîn bûye – zimanê kurdî ji bo wê jiyan e lê biryara wezareta perwerde û fêrkirinê ya sûriyayê ku tenê di heftiyê de 3 seat zimanê kurdî bê hînkirin, tabloyek din nîşanî wê daye.
Her çendî ku ev çar roj in silava û hevalên xwe derbasî refê xwe nebûne bi baweriyeke ecêb û bi keziyeke pêçayî û dirêj ku wekî parçeyek ji nasname û taybetmendiya keça kurd tê naskirin rojan e berê xwe dide pirtûkxaneya şilêr û pirtûkan dixwîne da ku zimanê dayika li gel wê lawaz nebe û ber bi pişaftinê ve neçe.
Silava Elî ji Rojava Tv re diyar dike ku xewn û xeyalê wê ji bo dest pêka sala nû ya xwendinê 2026 -2027 ew bû ku saleke serkeftî derbas bike û derbasî zanîngehê bibe.
Silava bi dil giranî pirsekê ji xwe dike û dibêje
Gelo wê paşeroja 15 salan ji xwendina zimanê kurdî çawa bibe.
