Desteya karûbarên civakî Û KEDKARAN a Kantona Reqayê îro nêzî 100 malbatên penaber ku ji Lubnanê derbasî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne pêşwazî kir.
Rêveberiya Xweser ji bo hêsankirina karûbarên penaberan bi hevkariya Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran her wiha bi Ofîsa alîkariyê, erebeyên ku penaberan ji Humis û Şamê derbasî herêmê bike dabîn dike, navê paneberên ku gihêştine Reqayê tomar dike û alîkariyan ji wan pêşkêş dike.
Îro li Reqayê hejmarek malbatên penaber hatin pêşwazîkirin.
Pêşwazîkirin li navenda lênerîna civakî pêk hat.
Her wiha ji bo bicihkirina wan, kampa Elednaniyê hat amadekirin.
