XWENDEKARÊN HESEKÊ ÊRÎŞÊN LI SER HERÊMÊ ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Xwendekarên Peymangeha Tenduristiyê yên bajarê Hesekê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê û Bendava Tişrînê şermezar kirin.

di daxuyaniyê de xwendekaran diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji zêdetirî meh û nîvekê bi dijwarî êrişî Bendava Tişrînê dikin û komkujiyan pêk tînin.

Xwendekaran anîn ziman ku, eger bendav ji xizmetê derkeve wê falketeke mirovî û jîngehî yên xeternak li ser herêmê û welatên derdorê çêbibe.

her wiha xwendekaran gotin êrişn tirkiyê ku li pêşiya çavên cîhanê tên kirin tevahî qanûn û pîvanên mafên mirovan binpê dike.

Xwendekarên Peymangeha Tenduristiyê yên bajarê Hesekê di dawiyê de bang li gelê herêmê kirin ku xwedî li berxwedanî û qehremaniya QSD’ê derkevin.

Share This Article