Tevgera Ciwanên Şoreşger, îro 6 şehîdên xwe yên ku di bombebarana Tirkiyê ya 25 kanûna sala derbasbûyî de li Kobanê şehîd bibûn, bi çalakiyekê bi bîr anîn.
Çalakiya bîranînê li navenda ciwanan a li bajarê Kobanê bi beşdariya bi dehan welatî û endamên tevgerê dest pê kir.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir û paşê axaftin ji hêla Rêveberiya ciwanan ve hate kirin û hate gotin ku Tirkiyê di wê êrîşê de xwestiye vîna ciwanan bişkîne.
Paşê jî jiyan nameya her 6 şehîdên tevegra ciwanên şoreşger bi rêya senevizyonekê hate pêşandan.
25 kanûna sala derbasbûyî dewleta Tirk akademiyeke perwerdeyê ya tevegra ciwanan li Kobanê bombebaran kir û di encamê de 6 endamên tevgerê şehîd bûn.
