KONFERANSA PERWERDEYÊ YA NAVNETEWEYÎ YA LI KOBANÊ BI DAWÎ BÛ

Rojava Tv
1 Min Read

19ʹê Cotmehê , Konferansa Perwerdehiyê ya Navneteweyî ya yekemîn bi navê ʹVeguherînên Perwerdehiyê di Serdema Nûjeniyê de, Nêrîn û Pêkanîn, Li Zanîngeha Kobanê ji bo dema 2 rojan hat lidarxistin.

Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû û tê de tekezî li ser pêşxistina qada perwerdeyê hate kirin.

Konferansa Perwerdehiyê ya Navneteweyî ya Yekemîn a bi navê “Veguherînên Perwerdehiyê di Serdema Nûjeniyê de, Nêrîn û Pêkanîn, li avahiya zanîngehê ji bo dema 2 rojan hate lidarxistin.

Di konferansê de, Rêveberên zanîngehên Bakur û Rojihlatê Sûriyê, rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser û akademîsyenên ji welatên cuda yên cîhanê beşdar bûn.

Di konferansê de, mijarên weke Teknolojiya perwerdehiyê û veguherîna dîjîtal, pirsgirêkên perwerdehiyê û pêşxistina behreyên jiyanî û pîşeyî hatin nîqaşkirin.

Beşdarên konferansê bi hûrbînî li ser mijarên destnîşankirî rawestiyan û ji bo pêşxistina qada perwerdeyê nêrîn û pêşniyarên xwe bi parve kirin.

konferans bi encamnameyekê bi dawî bû û ji giringtirîn xalên wê weha ne:

-Zêdekirina dibistanan bi rêyên perwerdehî û teknolojiyê ku li gorî serdema veguherîna dijîtal be.

-Divê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşxistina stratejiyeke guncaw ji bo veguherîna dîjîtal di perwerdeyê de bê danîn.

Share This Article