Sazî û rêxistinên hunerî û çandî yên kantona Firatê bi daxuyaniyekê bêdengiya hêzên navneteweyî li hember êrîşên domdar ên dewleta Tirk li dijî herêmê ,şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên li dijî pîvanên navneteweyî ,pêk tîne .
Her wiha bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên têkildarî mafên mirovan hat şermezarkirin û hate destnîşan kirin ku bêdengî nîşan dide civata navneteweyî ev êrîş erê kiriye .
