Mamoste û xwendekarên dibistana şehîd Gabar a bajarê Qamişlo cejna zimanê kurdî pîroz kirin û gotin, zimanê kurdî di cîhanê de deng veda ye û gihaştiye wê astê ku êdî biyanî jî xwe fêr dikin.
Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) jiber ku Kovara Hawarê di 15’ê Gulana sala 1932’yan de bi alfabeya Latinî ya Kurdî dest bi weşana xwe kiribû, ev roj wek roja Cejina Zimanê Kurdî pejirandibû.
Her sal 15’ê Gulanê li seranserê cîhanê wek Roja Cejina Zimanê Kurdî tê pîroz kirin.
Têkildarî vê rojê xwendekar û mamosteyên Dibistana Şehîd Gabar a bajarê Qamişlo ji Rojava TV re axivîn.
Mamosteyên dibistanê diyar kirin zimanê kurdî di cîhanê de deng veda ye û gihaştiye wê astê ku êdî biyanî jî xwe fêr dikin.
Her wiha xwendekarên dibistana şehîd Gabar gotin, ji mafê wan a rawaye ku bi zimanê xwe bixwînin, binvîsin û fêr bibin.
Bi destpêşka şoreşa 19’ê Tîrmehê re li bajar, bajarok û gundên Rojavayê Kurdistanê perwerdeya bi zimanê kurdî destpêkir ta ku gihaşt dibistan û zanîngehan.
