FESTÎVALA ŞEHÎD BERÇEM YA ÇAND Û HUNERA JINAN LI KOBANÊ DEWAM DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Festîvala Şehîd Berçem Efrîn di roja çaremîn de bi pêşkêşkirina berhemên hunerî yên dewlemend li bajarê Kobanê dewam dike.

Festîval bi serpereştiya Tevgera Hîlal Zêrîn di bin dirûşmeya “Bi tîrêjên rojê hunera jinan geş dibe” li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê lidarxistin.

Festîvala 2’yemîn a Şehîd Berçem ya çand û hunera jinan di roja 4’emîn û ya dawiyê de dewam dike.

Di roja sêyemîn a festîvalê de her du komên stranên ên şehîd Hêlîn Cûdî û Delîla, her wiha komên govendê yên Şehîd Hêzil û ya Dayikên ji Kobanê berhemên xwe pêşkêş kirin.

Hunermend Sîham Nebo û Mizgîn Girbawî jî derketin ser dikê û bi dengê xwe yên zelal, coşa festîvalê germ kirin.

Festîval bi serpereştiya Tevgera Hîlal Zêrîn di bin dirûşmeya “Bi tîrêjên rojê hunera jinan geş dibe” li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê lidarxistin.

Di 2’yemîn festîvala Şehîd Berçem Efrîn de 32 komên hunerî beşdar in. Her wiha PDK’ê rê neda ku hunermenda Tûnisî Amal El Meslosî û hunermeda ji Rojhilatê Kurdistanê Şadî Xelamî derbasî herêmê bibin.

Share This Article