151 RÊXISTIN Û KOMELEYÊN MIROVÎ DAXWAZA RAWESTANDINA ÊRÎŞAN KIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji aliyê Rêxistin û Komeleyên Mirovî, Heyva Sor a Kurd û Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê ve hat şermezarkirin.

Têkildarî daxuyaniyên ji bo şermezarkirina êrîşên bi balafirên şer û keşfê yên dewleta Tirk ên li dijî herêmê 151 Rêxistin û Komeleyên Mafên Mirovan îro bi daxuyaniyekê diyar kirin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker aramiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk dibe.

Rêxistin û Komeleyan gotin, êrîşên bê serûber dibe ku rê li ber karîseteke mirovî veke.

Her wiha daxwaza rawestandina êrîşan û rêzgirtina ji yasayên mirovî yên navnetewî re hate kirin.

Li aliyekî din jî Heyva Sor a Kurd li bajarê Qamişlo êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîl û çavkaniyên jiyanê yên li bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tundî şermezar kir û da zanîn ku derketina saziyên tendrustiyê ji xizmetê wê bandore neyênî li civakê bike û nexweşî belav bibin.

Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê jî bi daxuyaniyekê got, Dewleta Tirk a dagirker li pêş çavên cîhanê tevahî zagonên navnetewî bin pê kir û binesaziya ku xelkên herêmê li ser jiyan dikin, dike armanc.

Yekîtiyê daxwaz ji Civaka Navnetewî, Encumena Ewlekariyê û Rêxistinên Mafên Mirovan kir ku êrîşên dewleta Tirk ên jiyana sivîlên herêmê, dike hedef rawestînin.

Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê bang li tevahî rewşenbîran kir ku li hemberî doza gelan bi erkên xwe rabin û ji bo şermezarkirina hovîtiya dewleta Tirk rabin ser piyan .

Share This Article