Peymangeha Bilind a Hunerî ya Hîlala Zêrîn ji bo ezmûna hevpeyvînê deriyê xwe li hember xwendekarên jin vekir.
Rêvebera Peymangeha Bilind a Hunerî ya Hîlala Zêrîn Evîn Paşo destnîşan kir ku sala xwendinê dê nîvê meha mijdarê dest pê bike
Peymangeha Bilind a Hunerî ya Hîlala Zêrîn ji bo serlêdanên xwendekaran 3 roj diyar kiribûn.
ji duh ve, xwendekarên jin ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diherikin peymangehê, da ku bikevin ezmûna qebûlkirinê ya ku komîteya qebûlkirinê diyar kirye.
Rêvebera Peymangeha Bilind a Hunerî ya Hîlala Zêrîn Evîn Paşo ji Rojava TV re behsa girîngiya vekirina peymangehê ji bo jinan kir.
Rêvebera beşa muzîkê yê peymangehê Mizgîn Tahir jî destnîşan kir ku perwerde bêpere ye û ev peymangeh yek ji peymangehên girêdayî Zanîngeha Rojava ye.
Li gorî Peymangeha Bilind a Hunerî ya Hîlala Zêrîn , di dawiya xwendinê de, xwendekarên derçûyî bawernameya xwe werdigirin, û dikarin li hemû saziyên Rêveberiya Xweser kar bikin.
