ÎNISYATÎFA SÛRIYÊ, JI BO AZADIYA RÊBER APO DI NAVA TEVGERÊ DE YE

Rojava Tv
2 Min Read

Endam û Parêzerên Înisyatîfa Sûriyê ya ji bo azadiya Rêber Apo yên kantona Reqayê, têkildarî pergala êşkenceyê ya li îmralikyê gotin ku, divê zexit li hikûmeta faşîst ya Erdogan bê kirin û tecrîd bê şikandin.

Her wiha tekez kirin ku, ji bo pêkanîna azadiya Rêbertî ew di nava tevgerê de ne.

Li pêşiya çavên rêxistinên mirovî û hiqûqî, Dewleta tirk a faşîst 26 sal in tecrîdeke giran li dijî Rêber APO dimeşîne.

Însiyatîfa Sûrî ya ji bo azadiya Rêber Apo, ji destpêka damezrandina xwe ve ji bo pêkanîna azadîya Rêbertî tê dikoşe.

Endam û parêzerên Insiyatîfa Sûrî ya ji bo azadiya Rêber Apo yên reqayê, derbarê pergala êşkenceyê ya li îmraliyê û gavên ku ji bo azadiya Rêbertî avîtine vegotin.

Parêzer û Endamê Insiyatîfa Sûrî ya ji bo azadiya Rêber Apo xalid mûsa got, divê zexit li hikûmeta faşîst ya Tirk bê kirin û tecrîd bê şikandin.

ji aliyê xwe ve Perêzer û Endamê înisyatîfa ji bo azadiya Rêbertî Fadî Beyrem jî da zanîn ku, ew ê ji bo azadiya Rêber Apo di nava tevgerê de bin

Insiyatîfa Sûrî ya ji bo azadiya ya Rêber Apo ku di 2019’an de hat damezirandin heta îroj bi armanca şikandina tecrîd û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nava tevgerê de ye û xebatên xwe gihandina asta navneteweyî.

Share This Article