XELKÊN TAXA XELÎC A QAMIŞLO JI BER QUTBÛNA AVÊ BI GAZININ

Rojava Tv
2 Min Read

40 Roj in Xelkên taxa Xelîc a bajarê Qamişlo ji ber qutbûna avê bi gazinin, welatî dibêjin ku jî xwediyên Sehrîcan êşa wan a tunebûna avê derfet ji xwe re dibînin ku avê bi nirxekî bûha bifiroşin wan.

Welatî dibêjin ku her çendî serî li aliyên peywendîdar didin ku çareyekê ji pirsgirêka wan re bibîne, lê daxwazên wan bê bersiv dimînin.

Xelkên taxa Xelîc a bajarê Qamişlo, tevî germa zêde ya Havînê, zêdetirî 40 rojî ye ji avê qut bûne, tevî vê yekê jî xwediyên Sehrîcan bi nirxekî buha difiroşin welatiyan.

li gor welatiyên taxê, her bermîlek ku hezar litir av dihewîne nirxê wê ji 50’î hezar Lîreya Sûrî ye û li hin deveran digihêje 80’ê hezar lîre

Welatî dibêje ku xwediyê sahrîcan êşa xelkê ya avê bi kar tînin û bi nirxekî buha avê difiroşin, karîna wan ya kirînê jî tune ye.

Welatî bi gazinin ku tu kes li daxwaza wan guhdar nakin, li gor gotina wan ev demek serdana aliyên peywendîrar dikin ku çareyekê ji pirsgirêka wan re bibînin, lê heta niha tu erêkirin ji wan re nehatiye dayîn.

Ji dema destpêkirina demsala Havînê ve, Av li piraniya taxên bajarê Qamişlo qut bû, piştî gilî û gazinên welatiyan, şaredariyê nikarîbû pirsgirêk çareser bikira, lewma pirojeya sahrîcên avê xiste meryetê.

Share This Article