ŞÊNIYÊN REQAYÊ ŞEHÎDÊN BERXWEDANA 14’Ê TÎRMEHÊ BI BÎR ANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên kantona Reqayê Bi boneya salvegera 42’mîn ya berxwedana dîrokî ya 14’ê Tîrmehê, merasîmeke bîranînê li dar xistin.
Beşdarên merasîmê destnîşan kirin ku berxwedana 14’ê Tîrmehê stûna bingehîn a berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû.

Berxwedana zindana Amedê ya 14’ê Tîrmehê ji bo azadiya gelê Kurd û gelên din bû mînaka fedakarî û lehengiyê.

Bi boneya salvegera 42’emîn a çalakiya mezin, duh şêniyên kantona Reqayê çalakiyek li dar xistin û şehîdên 14″ê Tîrmehê bi bîr anîn.

Hevserokê Buroya Perwerde û Amadekirinê ya Reqayê Beşîr El-Nayif ji Rojava re axivî û diyar kir ku berxwedana 14’ê Tîrmehê temsîla têkoşîna gelên bindest dike.

Ji aliyê xwe ve endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk ya Reqayê Eymen El-Hisên tekez kir ku gelên herêmê soz dane ku mîrateya şehîdên 14ê Tîrmehê biparêzin.

Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê zindana Amedê ku desthilatê weke navenda qirkirina gelê Kurd bi nav kiribû, bi helandina bedena xwe veguherandin qada têkoşînê ye herî mezin û kirin bingehê jiyaneke birûmet.

Share This Article