MSD: DIVÊ BIRAYA NETEWÎ YA 2254’AN LI SÛRIYÊ PÊK WERE

Rojava Tv
1 Min Read

 

Civîna berfireh a MSD’ê ku bi armanca nirxandina geşedanên li herêmê û diyarkirina polîtîkaya meclisê ya têkildarî vê pêvajoyê hatibû lidarxistin, bi encamnameyekê bi dawî bû.

Piştî rojeke dirêj ji nîqaş, nirxandin û pêşniyaran, encamnameya civînê ji aliyê Hevserokê MSD’ê Mehmûd Mislet ve hat xwendin.

Di encamnameyan de, MSD’ê gelek xalên derbarê mekanîzmeya kar û pêşeroja Sûriyê aşkerkirin, ji wan jî Piştgirîdayîna peymana 10’ê Adarê û pêkanîna tecrûbeya Rêveberiya Xweser wekî nimûneya serkeftî ya rêveberiya hevbeş .

her wiha MSD’ê da xuyakirin ku Divê Sûriyê nebe qada şerên herêmî û divê girîngî ji bo pêkanîna biryara neteweyî ya 2254 were dayîn. her wiha Divê diyalogeke niştîmanî were çêkirin ku tê de hemû hêzên siyasî, civakî û sivîl beşdar bibin.

Share This Article