xelkên kantona Reqayê ku ji bo kirîna pêdiviyên xwe yên zivistanê diçin bazaran, ji Rojava Tv re behsa azarên xwe kirin û gotin, ji ber nirxê buha yê sobeyan ew serî li çeksazkirina sobeyên kevin didin.
Werza zivistanê yek ji werzên herî zêde ku tê de bazar rastî bilindbûna buhayên kelûpelan û pêdiviyên zivistanê tên.
xelkên kantona Reqayê ji bo kirîna pêdiviyên xwe yên zivistanê wekî, sobe, cil û sotemeniyê diçin bazaran.
Li Reqayê bihaya sobeyan milyonek lîreyên sûrî derbas dike her wiha çakêtên zivistanê jî dighêje 500 hezar leyreyan.
Xelkên Reqayê ji Rojava Tv re behsa azarên xwe yên ji ber buhayên li bazaran kirin û gotin, ji ber nirxê buha ya sobeyan ew serî li çeksazkirina sobeyên kevin didin.
Xelkên Reqayê dibêjin ku sedema buhayên li bazaran êrîşên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê ye.
Di 23’ê cotmeha derbasbûyî de dewleta tirk a dagirker bi dijwarî êrîşî binesazî û çavkaniyên jiyanê yên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
Di encama êrîşan bi dehan navendên jiyanî yên welatiyan rûxiyan û rewşa aborî ya herêmê xirab bû.
