YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD LI KOBANÊ BANDORA XÎTABA NEFRETÊ NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Meclisa Yekîtiya Ragihandina Azad û bi hevkariya ofîsa ragihadinê ya Encûmana cîbcîkar ya Rêveberiya Xweser a kantona Firatê derbarê xîtaba nefretê de Semînerek ji Rojnamevanên kantonê re li dar xist.

Semîner bi beşdariya Rojnamevan û xebatkarên sazî û dezgehên ragihandinê yên li bajarê Kobanê li navenda lihevanîna civakî bi rêve çû.

Di semînerê de Hevserokê ofîsa Ragihandinê Cuma Mihemed behsa şerê taybet bi riya belvabûna xîtaba nefretê kir û da zanîn ku divê di serê de Rojnamevan ji vê yekê hayedar bin û bi derxistina rastiya rê li ber vî şerî bigirin.

Ji aliyê xwe ve hevserokê PYD’ê Bozan xelîl berferhiya vê mijarê û xeteriya wê li ser civakê şirove kir û da xuyakirin ku divê civak li dijî vê xîtabê hişyar be.

Semîner bi nîqaş û nêrînên rojnemevanan bi dawî bû.

Share This Article