Xelkê bajarê Kobanê bi çalakiyekê li qada Jina Azad êrîşên hêzên Ewlehiya Giştî yên Hikûmeta Demkî ya li ser Til Eran û Til Hasil şermezar kirin.
Çalakiya sermezarkirinê bi beşaarbûna bi dehan xelkê Kobanê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre bi navê gelê Kobanê Eyşa Efendî axivî.
Eyşa Efendî di axaftina xwe de got:” Ne cara yekem e ku gelê Kurd ji aliyê Hikumeta Demkî ve tê êşkencekirin. Hikumeta Demkî bi van êrîşan dixwaze hemî hewldanên çareseriyê asteng bike”.
Çalakî bi silogana “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.
