BI HEZARAN ŞÊNIYÊN KANTONA CIZÎRÊ AZADIYA RÊBER APO XWESTIN

Rojava Tv
2 Min Read

Bi hezaran şêniyên bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîs ên kantona Cizîrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan.

Meşevanan gotin: “Rêber Apo dibêje ‘Civakek demokratîk’, em jî dibêjin azadiya Rêber Apo azadiya civaka demokratîk e.”

Bi serpereştiya Kongra Star a bajarê Qamişloyê û di bin dirûşma “Bi Rihê Komînal û Civaka Demokratîk, Emê Bi Rêber Apo Re Azad Bijîn” li bajarê Qamişlo meşek girseyî li darxistin.

Bi hezaran şênî, sazî û dezgehên 4 bajaran; Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîs ên kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî meşê bûn.

Di meşê de wêneyên Rêber Apo û alên Kongra Star hatin hildan û dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nebe” û “Bijî Berxwedana Îmralî” hatin berzkirin.

Meş ji çerxerêya Sonî dest pê kir û li çerxerêya Şehîdan a li naverasta bajêr veguherî mitîngê.

Di meşê de jinan diyar kirin ku Ji ber fikr û ramanên rêber Apo ku banga azadî û demokrasiyê dike, hîna li Îmraliyê tê dîlgirtin.

Her wiha jinan hêvî kirin ku dewletên navnetewî bi erkê xwe rabin û azadiya fîzîkî ya rêber Apo misoger bikin.

Piştî axaftinan mitîng bi diruşmên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Îmralî” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

Share This Article