XELKÊN QAMIŞLO XWE JI BO PÊŞWAZÎKIRINA CEJNA QURBANÊ AMADE DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi boneya Cejna Qurbanê ya ku dawiya vê hefteyê dibe mîvanê gelê herêmê, bazarên bajarê Qamişlo rastî qerebalixiyeke mezin tên û liv û tevgera di nava bajêr de zêdetir dibe.

Di sernaserî saetên rojê de, xelkên bajêr û yên gundên derdora wê, berê xwe didin sûkên Qamişlo, ji bo ku pêdiviyên cejnê yên weke şekir cilûbergan bikirin .

Têkildarî vê mijarê, kamîreya Rojava TV jî berê xwe da nav bazarê û rewş şopand.

Firoşkaran destnîşan kirin ku cûdahiyek di navbera cejnên berê û yên niha de heye û nema kes weke berê kelûpelên xwe bi girseyî dikire.

Tevî daxuyaniyên Emerîkayê û YE’yê yên ji bo rakirina cezayên aborî yên li ser Sûriyeyê, ta niha ev daxuyanî di warê gotinê tenê de dimînin.

Gelê Sûriyeyê bi kelecan li benda bicîhanîna biryara rakirina cezayan e, da ku aboriya welêt baş bibe.

Share This Article