KONFERANSA HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN-JIN BI ENCAMNAMEYEKÊ DAWÎ BÛ

Rojava Tv
3 Min Read

Bi amadebûna zêdetirî 600 kesayet û endamên hêzan, bi dirûşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin” Konferansa 4ˊemîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin Li Hesekê li dar ket.
Konferansê bi erêkirina encamnameyekê der barê xurtkirina pergala parastinê bi dawî bû.

bi dirûşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin” Konferansa 4’emîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Li bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê, li dar ket.

Ji delege, endamên rêxistin, tevgerên jinan wekî Kongra Star, Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên ji Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê , Rêveberiya Xweser û Meclisa Malbatên Şehîdan, 600 kes amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Foza Yûsif axivî û lidarxistina konferansê li endamên Hêzên Ewlekariya Hundirin-Jin, pîroz kir.

Foza Yûsif îşaret bi zext û binpêkirinên li dijî tevahî jinan û yên Sûrî bi taybet kir û anî ziman ku pêwîst e jin bi vîna xwe bawer bin û bi hêza xwe serbilind bin.

Ji aliyê xwe ve, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd jî axivî û rola jinan a ji destpêka şoreşê ve û pêşengtya wan di qadên şoreşê de nirxand.

Evîn Siwêd di axaftina xwe de got: “Rola hêzên ewlekariya hundir a jin di pêkanîna ewlehiya civakî bi bandor û diyarker bû. jinan Cihê xwe di parastina destkeftiyên şoreşê de girtin û li dijî hemû cûreyên terorê û sûcdaran tekoşîn meşandin. Jinan bi vê têkoşîna xwe diruşmeya parastina civakî berpirsyariya hebeş a hemûyan, piratîze kir.”

ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Kurdistan Koçer axivî, Kurdistan Koçer diyar kir ku şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava 14 salan de mîrateyeke dîrokî ya pîroz hiştiye, her wiha got: “têkoşîna jinên şoreşger a li hemberî hêzên tarî û pergalên serdest tê nivîsandin.

Ji aliyê xwe ve Endama Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo jî da zanîn ku konferans di rewşeke îstîsna de hat lidarxistin.

Rîhanê îşaret bi wê yekê kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe hêz, îrade û bawerî da jinan da ku şoreşan bi rêve bibin û di hemû qadan de cihê xwe bigirin.

Konferansa 4ˊemîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bi encamnameyek berfireh bi dawî bû; ji wan encamnameyan: Zêdekirina hejmara endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û bilindkirina asta perwerdeyê li gor rewş û mercên pêwîst.

Share This Article