HEWILDANÊN JI NÛ VE VEKIRINA NEXWEŞXANEYA WETENÎ DEWAM DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

 

Di nav zehmetiyên nûjenkirinê û kêmbûna alavên bijîşkî de, Desteya Tenduristî ya Kantona Cizîrê Hewldanên xwe ji bo ji nû ve vekirina Nexweşxaneya Gel a Wetenî li Qamişlo, piştî hilweşîna rejîma Baas dewam dike.

Beriya niha desteyê ragihandibû ku ew Nexweşxaneya Gel a Wetenî ji nû ve saz dike û bang li kesên xwedî pisporiyên cuda di aliyêtenduristiyê de kiribû ku werin di nexweşxaneyê de kar bikin.

ji aliyê xwe ve Rêveberiya nexweşxaneyê jî ragihandibû ku ew hewcedarî 400 kesên xwedî bawernameyên pisporiyên tenduristiyê ne û ji bo pêşwaziya kesên xwedî bawername pêşbirkek da destpêkirin.

Desteya Tenduristî li kantona Cizîrê ji nû ve vekirina nexweşxaneyê Armanc dike ku ji niştecihên Dêrikê heta Amûdê xizmetên tenduristiyê yên berfireh pêşkêş bike.

Share This Article