Xelkên bajarê Qamişlo derbarê pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan gotin, dê dewleta tirk nekaribe bi pergala êşkenceyê Rêber APO ji wan dûr bixe.
Xelkê tekez kir ku, azadiya rêber apo azadiya mirovahiyê ye.
Dewleta Tirk a faşist bi armanca dûrxistina gel ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan û qirkirina gelên azadîxwaz, pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê girantir dike.
beriya çar rojan hat raghandin ku, Li Rêber Abdullah Ocalan, 6 mehên din cezayê displînê hatiye birîn û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dê li dijî biryarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bide.
Derbarê mijarê de Xelkên bajarê Qamişlo dibêjin, dê dewleta tirk nekaribe bi pergala êşkence Rêber APO ji wan dûr bixe.
Her wiha xelkên Qamişlo anîn ziman ku, pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêkanîna azadiya mirovahiyê ye.
Têkoşîna ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li ser asta kurdistan û cîhanê mezintir dibe.
Kurdistanî û dostên wan tekez dikin ku, bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber APO dê aştî li cîhanê pêk neyê.
