Ofîsa zarokan a kantona Tebqayê bi daxuyaniyekê qetilkirina narîna 8 salî şermezar kir.
Ofîsa zarokan di daxuyaniya xwe de diyar kir Tevî ku 22 roj di ser bûyerê re derbas bûn, dewlet der heqê kujeran de tu agahiyan nade û dixwaze li ser bûyerê bigire.
Her wiha ofîsê destnîşan kir ku destê dewleta tirk a dagirker di vê bûyerê de heye.
Di dawiyê de jî Ofîsa zarokan bang li rêxistinên mafê mirovan û mafê zarokan kirin ku li hember kuştina narîn û kiryarên dewleta tirk bê deng nemînin.
