Ciwan û şêniyên Kobanê, ji bo şermezarkirina êrîşa li dijî navenda Ciwanan a Minbicê meşek li dar xistin.
Ciwanan diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker nikare vîna wan bişkîne û ew ê têkoşîna xwe berfirehtir bikin.
Ev ciwan û şêniyên bajarê Kobanê ne, ji bo şermezarkirina êrîşa li dijî navenda ciwanên Minbicê û piştevanîkirina wan, meşek li dar xistin.
Meşê di bin dirûşmeya “Li dijî êrîşên dagirkerîyê cenga azadiyê serbixin û azadiya Rêber APO misoger bikin, ji Qada Jina Azad dest pê kir.
Meş li qada Şehîd Egîd veguherî mitîngê û li ser navê tevgera ciwanên şoreşger axaftin hat kirin.
Ciwanan diyar kirin ku dê êrîşên dewleta Tirk ti carî vîna wan neşkînin.
Her wiha ciwanan tekez kirin ku ew ê xebatên xwe hîna geştir û berfirehtir bikin.
Beriya niha bi 2 salan dewleta Tirk a dagirker navendeke ciwanan ya li bajarê Kobanê hedef girt û di encamê de 6 endamên Tevgera Ciwanan şehîd bûn.
