Desteya ciwan û werzîşê ya Herêma Firatê dest bi avakirina mezintirîn lîsteikgeh li ser asta herêma Firatê kiriye.
Hevseroka desteyê Xûnav Xelîl diyar dike ku dê lîstikgeh bi awayekî rêkûpêk were avakirin û sala bê deriyê xwe ji lîstikvanan re veke.
Ev dîmen ji avakirina mezintirîn lîstikgeh li bajarê Kobanê ya herêma Firatê ye.
Desteya ciwan û werzîşê ya herêma Firatê ji sala 2019’an ve dest bi avakirina vê lîstikgehê kir, lê ji ber êrîş û gefên Tirkiyê û pandemiya koronayê, proseya avakirinê dem bi dem dihate rawestandin.
Ji bo temamkirina proseya avakirinê ev serê mehekê ye desteyê ji nûvre dest bi karûbarên avakirinê kiriye.
Hevseroka desteya ciwan û werzîşê ya herêma Firatê Xûnav Xelîl diyar dike ku dê ev lîstikgeh di sala bê de bi dawî bibe.
Lîstikvanên herêma Firatê jî kêfxweşiya xwe bi vê gavê tînin zimên û spasiyên xwe aresteyî desteya ciwan û werzîşê dikin.
LI gorî agahiyên desteya ciwan û werzîşê dirêjehaiya lîstikgehê 110 metre û panahîya wê jî 80 metre ye û bi wî awayî xizmeteke baş ji lîstikvanan re pêşkêş dike û dibe lîstikgeha herî mezin li ser asta herêma Fiartê.
