Li bajarê Qamişlo bi sedan kes ji bo destekdayîna DEM Partî û serhildana bajarê Wanê daketin qadan .
meş bi amadebûna bi sedan xelkên herêmê, rêveber û endamên saziyên li bajar, hate li darxistin.
Meş ji Çerxerêya Sonî dest pê kir û li ber avahiya Şaredariya Gel veguherî mîtîngê.
di mîtîngê de daxuyaniyek hate dayin û tê de hate gotin: gelê Bakurê Kurdistanê di hilbijartinan de serkeftinek mezin bidest xistiye, lê dewleta Tirk ev yek tehemûl nekiriye.
meş bi dirûşmeya “Bijî brexwedana Wanê” bidawî bû.
XELKÊN QAMIŞLO JI BO DESTEKDAYÎNA SERHILDANA WANÊ DAKETIN QADAN
