SURYAN Û ASURIYÊN QAMIŞLO DAXWAZA PARASTINA MAFÊN PÊKHATEYÊN LI SÛRIYÊ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Partiya Yekîtiya Sûryanî îro bi armanca parastina mafên pêkhateyan di Sûriyeya nû de xwepêşandanek li bajarê Qamişlo li dar xist.
Xwepêşandan bi dirûşma”misogerkirina mafên me yên netewî û olî li Sûriyeya demokratek, pireng û nenavendî garantiya hebûna me ye” li çerxereya Sêfo hat organîzekirin.
Bi dehan endamên Yekîtiya Sûryan,Asur, endamên meclîsa Milî, berpirsên Partiya Yekîtiya Sûryanî her wiha nûnerên Rêveberiya Xweser beşdar bûn.
Di xwepêşandanê de axaftin hat kirin û hat diyarkirin ku, divê Sûriyeya nû xwedî mafên hemû mezheban di nav de mafên Suryanî-Asûrî jî biparêze, her wiha divê rola hemû pêkhateyan jî di Sûriyeya nû de hebe.

Share This Article