LI KOBANÊ KAMPANIYA ” NA JI HIŞBIRÊ RE ” DEWAM DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

bi armanca zanabûn û hişyariya li hember xeteriyên hişbirê .Desteya Ciwan û Werzîşê û Desteya Tendirustiyê kampaniya NA JI HIŞBIRÊ re li Kobanê dabû destpêkirin û xebatên hemleyê heta niha didomin .

duh jî Desteya Ciwan û Werzîşê û Desteya Tendirustiyê li kolanên bajarê Kobanê digeriyan û biroşor di nav gel û ciwanên bajêr de belavkirin.

derbarê mijarê Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Ya Herêma Firatê Avaşîn Misto ji RojavaTV re axivî û got ew ê her demê ji bo hişyarkirina gel ji lîstok û êrîşên dagirkeran di nava xebatê de bin .

Share This Article