XELKÊN QAMIŞLO CENAZEYÊ ŞEHÎD ŞERVAN QAMIŞLO OXIR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Xelkên Qamişlo Ji bo şervanê (QSD) Şervan Qamişlo merasîmeke oxirkirinê û şervanê QSD`ê Lewend Qamişlo merasîmeke xiyabî lidarxistin.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, heval û malbatên şehîdan, endamên partiyên siyasî, hêzên leşkerî û saziyên civaka sivîl beşdarî merasîmê bûn.

di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Leşkerî ve axaftin hatin kirin .

Axêveran sersaxî ji malabtên şehîdan re xwestin û soza parastina destkeftiyên şehîdan dan.

di dawiyê de girseya gel cenazeyê şehîd Şervan Qamişlo spartin axê.

Merasîm bi berzkirina sloganên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Share This Article