Çalakiyên 3’emîn Festîvala Şehîd Arîn”Bisk û Zulfên Aştiyê”ye bi pêşkêşkirina şanoyan li bajarê Kobanê berdewam dikin.
Di roja 5’an a festîvalê de bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweser, Rewşenbîr û Hunermend beşdar bûn.
Di bernameya roja 5’an a festîvalê de 2 şano bi navên Kurdistan û Dadgeha Wîjdanî hatin pêşkêşkirin.
Îro jî wê di çalakiyên roja 6’an de 2 şano werin pêşkêşkirin û dê festîval heta 12`ê Cotmehê bidome.
Di dawiyê de jî dê komên beşdar werin xelatkirin.
ÇALAKIYÊN 3’EMÎN FESTÎVALA ŞEHÎD ARÎN A ŞANOYÊ LI KOBANÊ DIDOMIN
