ROJ BI ROJ BANGÊN AZADIYA RÊBER APO ZÊDETIR DIBIN

Rojava Tv
1 Min Read

Derbarê tecrîda girankirî ya li dijî rêber Apo hatiye ferzkirin ciwanên bajarê Kobanê axivîn û diyar kirin ku dewleta Tirk ji fikrê rêber Apo ditirse ji lewma tecrîdê li dijî rêbertî ferz dike.

Tecrîd sûcekî herî giran li dijî mirovahiyê ye.

Tevî destûra CPT û saziyên mafên mirovan yên Ewropayê jî ku tecrîd bi ti şêweyî nayê qebûlkirin û divê di tu zagonan de neyê pêkanîn lê dewleta Tirk a faşîst tevahî saziyên dewlet, hiqûq, exlaq û mirovahî xistine bin desthilatdariya xwe û bi hemû giraniya heyî tecrîdê li dijî Rêber Apo dimeşîne û her ku diçe ev tecrîd girantir dibe.

Bêguman armanca dewleta Tirk a faşîst ji vê yekê diyar e, dixwaze gel û Rêber Apo ji hev qut bike.

Ciwanên bajarê Kobanê diyar kirin ku dewleta Tirk ji fikrê rêber Apo ditirse ji lewma tecrîdê li dijî rêbertî ferz dike.

Her wiha ciwanan anîn ziman ku encamên fikr û felsefeya serokatî niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê dîtin.

Parêzerên Rêber APO bi armanca pêkanîna hevdîtinê her hefteyê du caran serî li aliyên peywendîdar didin, lê bêyî ku sedem werin destnîşankirin, daxwazên wan bê bersiv dimînin.

Share This Article