Şêx û Rûspiyên Kantona Efrîn û Şehbayê êrîşên hikûmeta şamê û çekdarên dîfa el wetenî yên li dijî dêrazorê şermezar kirin û gotin, ew ê her dem li pişta QSD bin.
Hêzên Hikûmeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî yên girêdayî wê, bi armanca derxistina fitneyan di navbera pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û têkbirina aramiya li herêmê êrîş û komkujiyan pêk tîne.
Têkldarî mijarê Şêxê Eşîra Bobena, Menal Ebû Xelîl ji ROJAVA TV re axivî û tekez kirin ku ew ê her dem li gel hêzên xwe yên leşkerî bin.
her wiha ziyad mehmûd jî got armanc ji van êrîşan derxistina fitneyan û êrîş şermezar kir.
Êl û qebîleyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrîşên hêzên Hikûmeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî yên li ser Dêrazorê bertekên tund nîşan didin û dibêjin ew ê rê nedin planên dagirkeran.
