XELKÊN KOBANÊ BI XWEPÊŞANDANEKÊ ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Xelkên bajarê kobanê bi xwpêşandanekê êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin û tekez kirin ku ewê tu carî serî ji dijmin re netewînin .

Xwepêşandan bi beşdarbûna endamên rêveberiya xweser , saziyên sivîl, meclisa malbatên şehîdan û xelkên bajêr li qada şehîd Egîd li dar ket.

Di xwepêşandanê de hat tekezkirin ku dagirkeriya tirk bi tu awayî nikare vîna gel têk bibe .

xwepêşandêran gotin ew ê li hember êrîşên dijmin ên tirkiyê asta têkoşînê bilind bikin.

Xwepêşandan bi siloganên, bijî berxwedana Rojava bi dawî bû.

Share This Article