Meclisa Jin a Sûriyê îro li kantona Reqayê komxebatek li dart xist û bi rêya wê Însîyatîva Aştiyê ragihand.
Komxebat di bin diruşmeya ” Bi pêşengiya jinên Sûrî ber bi civakeke bê şer ve” hat li dar xistin.
Bi dehan endamên Ofîs û komîteyên jinan, Rêxistinên jin û hevserokên jin li hola Kombûna Jinan a Zenûbyayê li Reqayê tevlî komxebatê bûn.
Di komxebatê de piştî deqeyeke rêzgirtinê, têgeha Aştiya Navxweyî û rola jin di pêşxistina wê de hat nîqaş kirin.
Beşdarên komxebatê diyar kirin ku jin di warê Aştiya Navxweyî û pêşxistina Insiyatîva Aştiyê de, rolek sereke dilîzin.
Komxebat bi vekirina deriyê nîqaşê, bi dawî bû û hate gotin, dê di çarçoveya Însiyatîvê de li seranserî Sûriyê çalakî werin lidarxistin.
MECLISA JIN A SÛRIYÊ LI REQAYÊ ÎNSÎYATÎVA AŞTIYÊ DA DESTPÊKIRIN
