Rêveberiya Xweser, MSD û QSD bi civîneke 3 alî mekanîzmaya cîbicîkirina encamên komcivîna Duyemîn a Eşîran gotûbêj kirin.
Rêveberiya Xweser, Meclisa Sûriya Demokratîk û Hêzên Sûriya Demokratîk yekem car piştî Duyemîn Komcivîna Yekîtiya Niştimanî ya Êl û Eşîrên herêmê, ku di 25’ê Gulanê de hatibû lidarxistin, civiyan.
Di civînê de hevserokatiya Rêveberiya Xweser Evîn Siwêd û Hisên Osman, hevserokatiya Meclîsa Sûriya Demokratîk Leyla Qereman û Mehmûd El-Muslet, Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Rohelat Efrîn û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî û endamên Giştî Fermandariyê beşar bûn.
ji xalên giring yên ku di civînê de hatin nîqaşkirin Mekanîzmayên efûya giştî bi hevahengiya li gel dezgehên dadê, Derxistina malbatên Sûrî ji kampa Holê û mekanîzmayên tevlîkirina wan di nava civakê de û Şert û mercên xizmetguzariyê li herêma bakur û rojhilatê Sûriyê û pêwîstiya bilindkirina pîvanên wan bûn.
