Akademiya Jînolojiyê bi hevkariya Zanîngeha Şerq îro li ser tundiya elektronî ku rastî jinên ciwan tê, panelek li dar xistin.
Panel li hola zanîngeha Şerq a bajarê Reqayê hate lidarxistin û tê de hejmarek ji xwendekarên jin, rêveber, mamosteyên zanîngehê û nûnerên tevgerên jinan amade bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin, ji aliyê Akademiya Jineolojî ve axaftin hatin kirin û senevizyonek li ser tundiya elektronî û aliyên wê yên civakî û derûnî hat pêşkêşkirin.
Piştî senevizyonê, gotûbêjek vekirî ji bo beşdaran hate kirin ku pirsan bikin û çareseriyên guncaw ji vê diyardeyê re pêş bixin.
Panel bi pêşkêşkirina şanoyekê li ser naveroka tundiya li ser jinê û rêyên herî baş ên ji holêrakirina vê diyardeyê bi dawî bû.
AKADEMIYA JINEOLOJÎ PANELEK LI SER TUNDIYA ELEKTRONÎ LI DAR XIST
