Bi sedan xelkên bajarê Qamişlo bi merasîmekê cenazeyê şehîd Berxwedan Efrîn li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.
Şêniyên Qamişlo, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî û leşkerî li goristanê kom bûn û tevlî merasîmê bûn.
Di merasîmê de piştî deqeyeke rêzgirtin, axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Rizgariya Efrînê û Kongra Islama Demokratîk ve hate kirin.
Axêveran sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û diyar kirin ku bi keda şehîdan berxwedana li Bendava Tişrînê bi ser ket.
Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan de spartin axê.
CENAZEYÊ ŞEHÎD BERXWEDAN EFRÎN BI MERASÎMEKÊ LI QAMIŞLO HAT OXIRKIRIN
