XELKÊN HERÊMÊ CENAZEYÊ ŞEHÎD ARGEŞ SERHED OXIR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Bi sedan xelkên rojavayê kurdistanê cenzeyê şehîdê ragihandina azad Argeş Serhed li goristana şehîd delîl saroxan a bajarê qamişlo oxir kirin.
Merasîma oxirkirinê bi beşdariya, Gel, saziyên ragihandina azad, Federasyona Gaziyan, Saziya Malbatên Şehîdan û nûnerên Rêveberiya Xweser hate lidarxistin.
Piştî deqeyeke rêzgirtin, axavtin li ser navên Saziya Malbatên Şehîdan, ederasyona Gaziyan, yekîtiya ragihandina azad û Kongra Îslama Demokratîk hatin kirin.
Di axavtinan de sersaxî ji malbatê hate xwestin û behsa ked û têkoşîna şehîd a di ber ragihandina rastiyan de hate kiri.
Piştre wesîqeya şehadetê hat xwendin û li ser navê malbatê radestî rêhevalên ragihandinê hate kirin û girseyê cenazeyê şehîd Argeş Serhed oxirkirin.
şehîdê ragihandina azad Karahan Lokman Ûygûn (Argeş Serhed) sala 2019’an li Metînayê birîndar bibû û piştî tedawiya 6 salan li Rojava 10`ê Tebaxa 2025`an şehîd bû.

Share This Article