Rûspiyên kantona Reqayê bi daxuyaniyekê sûcên li Siwêdayê û êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyê şermezar kirin û darizandina sûcdaran kir.
Di daxuyaniyê de êrîşên li dijî Siwêdayê, binpêkirina sembolên nîştimanî û olî û Êrişên Îsraîlê yên li ser xaka Sûriyê hatin şermezarkirin.
Rûspiyên Reqayê bang li hikumeta veguhêz a Sûriyê hat kirin ku berpirsyarên xwe bi cih bîne, kesên ku binpêkirin kirine û provokasyonan dikin ceza bike.
her wiha bang li hêzên navneteweyî jî hat kirin ku zextê li hemû aliyên ku diyalogan red dikin, bikin û wan ber bi çareseriya siyasî ve bibin.
