Nobetdarên bendava Tişrînê piştrast kirin ku heta dawiyê ew ê axa xwe biparêzin û ti carî dest ji têkoşînê bernadin.
Nêzîka du mehan e Tirkiyê Bendava Tişrînê û derdora wê bi balafirên şer û topxaneyên xwe bombebaran û topbaran dike.
Karwanê welatiyan yê ku ji 8’ê mehê ve bi armanca şeremzarkirina êrîşan û parastina bendavê, dikevin rê rastî êrîşan tên û di encamê de ta niha 8 kes şehîd bûne.
Tevî êrîşan, lê dîsa gel li ser doza xwe nayên xwarê û bi rihê seferberiyê pêl bi pêl ber bi Bnedavê ve diherikin.
Nobetdarên bendavê piştrast kirin ku heta dawiyê ew ê axa xwe biparêzin û ti carî dest ji têkoşînê bernadin.
Bendava Tişrînê ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê çavkaniyeke jiyanî ye û xwedî giringiyeke taybet e, lewre gel tekeziyê li ser parastina bendavê dikin.
