Nivîsgeha Çalakiyên Ciwanan a kantona Reqayê, bi armanca bihêzkirina ciwanan û peydakirina derfetên kar ji wan re, dewreyên perwerdeyê li dar dixe.
Ji bo nasîna hûrgiliyên dewreyên perwerdehiyê yên Nivîsgeha Çalakiyên Ciwanan a Reqayê, Rojava TV serdana nivîsgehê kir û ev rapor amade kir.
Di çarçoveya xebatên berdewam ên ji bo piştgirî û bihêzkirina ciwanan de, Nivîsgeha Çalakiyên Ciwanan a kantona Reqayê rêzedewreyên perwerdeyê yên bê beramber, ji ciwan û jinên ciwan re vekir û li ser pêşxistina şarezayên wan dixebite.
Di van dewreyan de, kursên pisporiya kompîturê, zimanê îngilîzî, çaksazkirina telefonan, hemşîre û destwerdana lezgîn ji aliyê mamosteyên pispor ve têne dayîn.
Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Reqayê “Diyala Mihemed” anî ziman ku armanca wan ji van dewreyan belavkirina çanda perwerdeyê û avskirina hawîrdoreke perwerdeyê ya pratîk ku alîkariya ciwanan bike.
Ji aliyê xwe ve, yek ji sûdmendên perwerdeyê “Aya Yûnis”, piştrast kir ku perwerde baş derbas dibe her wiha dibe şahidê tevlîbûneke xurt a ciwanan.Li gorî Nivîsgeha Çalakiyên Ciwanan a Reqayê di dema pêş de dewreyên xwe berfireh bikin, di heman demê de bernameyên nû li gorî pêdiviyên civak û ciwanan lidar bixin.
