XELKÊN HERÊMÊ CEJNA VEJÎNÊ PÎROZ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Li seranserî herêma bakur û rojhilatê sûriyê salvegera pêngava 15’ê tebaxê bi coş pîroz kirin û şahiyên girseyî lidarxistin.

Xelkên bajarên qamişlo şahiya pîrozbahiyê li parka azadî lidarxistin, di şahiyê de jî endamên PYD’ê, Kongra Star, nûnerên saziyên leşkerî û sivîl beşdarbûn.
Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Luqman Xelîl, diyar kir ku salvegera pêngava 15`ê Tebaxê xalek dîrokî di rêwîtiya azadiyê ya gelê Kurd de bû.
Şahî bi bernameya hunerî berdewam kir.

Xelkê bajar û gundewarê Dêrikê jî Cejna Vejînê li Parka Azadî pîroz kirin.
Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Sureya Hebeş axivî û anî ziman ku Pêngava 15’ê Tebaxê çirûska azadî û têkoşînê bû.

Şêniyên Amûdê û koçberên Efrîn-Şehbayê jî salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bi coş li hola Kerem pîrozkirin.

Piştî deqeya rêzgirtinê, têkoşer Ridwan Nesrî yê ku ji girtîgehên dewleta Tirk a dagirker azad bûye, axivî û got, Pêngava 15’ê Tebaxê vejîna Kurd e û Ji wê rojê ve navê Kurdistanê zindî ye.

Di dawiya tevahî şahiyan de ernameyên hunerî hatin pêşkêşkirin, stran hatin gotin û govenda azadiyê jî hate gerandin.

Share This Article