Meclîsa Giştî ya Kantona Reqayê bi daxuyaniyekê siyasetên desthilata Şamê şermezar kir û bang li rêxistinên mirovî kir ku destwerdanê bikin ku alîkarî bigihînin peravê.
Di daxuyaniya meclîsê de hat diyarkirin ku armanca sereke ya Rêveberiya Xweser ji şandina konvoya alîkariyan ew e ku piştgiriyê bide qurbaniyên li perava Sûriyê.
her wiha Meclîsê destnîşan kir ku astengkirina alîkariyan ji aliyê desthilata Şamê ve nîşaneya aloziyên siyasî û etnîkî yên li herêmê ye.
Meclîsa Giştî ya Kantona Reqayê di dawiyê de bang li rêxistinên mirovî û aliyên têkildar kir ku di hêsankirina derbasbûna alîkariyan û vekirina koorîdorên mirovî yên ewle de bilîzin ku alîkarî bigihînin mexdûrên perava Sûriyê.
