BI RAGIHANDINA DARIZANDINA ÇETEYÊN DAIŞ’Ê RE, TIRKIYÊ ÊRÎŞ LI DIJÎ HERÊME ZÊDE KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Piştî ku Rêveberiya Xweser ragihand ku ew ê dest bi darizandina çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilaê Sûriyê bike, dewleta Tirk di heman wextê de êrîşên xwe li dijî herême zêde kirin.

Li ser mijarê Endamên Encumena Sûriya Demokratîk gotin ku dewleta Tirk naxwaze ev dadgeh çêbibe.

Derbarê êrîşên dewleta Trik ên li dijî herêmê xelkên bajarê Hesekê bertek nîşan dan û anîn ziman ku dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze rola Rêveberiya Xweser lawaz bike.

Endamê desteya serokatiya MSD Ezher Ehmed ji Rojava Tv re axivî û diyar kir ku ku dewleta Tirk ji bo ku darizandina çeteyên DAIŞ’ê bisekinîne, van êrîşan dike.

Her wiha endamê Encumena Suriya Demokratîk Ezîz Silêman got : dewlet Tirk ji bo berjewendiyên xwe pêk bîne dikare her tiştî bike.


Dewleta Tirk a dagirker di van rojên dawî de êrîşên xwe li dijî herêmê zêde kirin.

Herî dawî li Minbicê 6 şervan di encama êrîşeke hewayî de şehîd bûn.

Share This Article