KOMA 5’EMÎN YA KOÇBERAN BER BI EFRÎNÊ VE BI RÊ KET

Rojava Tv
1 Min Read

Komeke nû ya koçberên Efrînê, ji bajarê Qamişlo ber bi Efrînê ve bi rê ket.

Îro piştî nîvro, koma 5’emîn a koçberên Efrînê ku ji nêzî hezar kesî pêk dihat ji bajarê Qamişloyê ber bi warê xwe ve bi rê ket.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku koma yekem ku ji nêzîkî 400 malbatan pêk dihat 9`ê Adara îsal (2026), koma duyem ji nêzîkî 200 malbatan pêk dihat 4`ê Nîsanê, koma sêyem ji nêzîkî 800 malbatên koçber pêk dihat 14’ê Nîsanê û koma çarem ku ji hezar malbatan pêk dihat duh (9 Gulanê) gihîştin Efrînê.

Share This Article